ÎranNûçeRojhilatanavin

Sipahê Pasdarên Inqilabê: Idiaya şehîdkirina hejmareke hêzên me derew e

Navenda ragihandinê ya Biryargeha Hemze Seyid ul Şohedayê (S) ya Hêza Bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî li daxûyanîyekê idiaya komeke têrorîst û dijî inqilabê têkildarî şehîdkirina hemareke leşkerên vê biryargehê di encama opêrasyonên vê dawîyê li bakura rojavaya welêt de, xwewn û xeyal zanî.

Di encama pevçûnên vê dawîyê yên di navbera Biryargeha Hemze Seyid ul Şohedayê (S) û sê tîmên têrorîst li deverên Serwava û Şinoyê li bakûra rojavaya Îranê de 13 têrorîst hatin kuştinê û hejmarek jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li daxûyanîya Navenda ragihandinê ya Biryargeha Hemze Seyid ul Şohedayê (S) ya Hêza Bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ku îro hat weşandinê, hatîye: Komên dijî Inqilaba Islamî û kirêgirtîyên zorbêjên cîhanê bi dû işkestên vê dawîyê têkildarî armancên xwe yên şûm de tûşî xeyalan bûne, lewma hewil didin bi weşandina rapor û nûçeyên derew û berovajîkirina rastîyan, dilê erbabên xwe xweş bikin û moralê bidin hêzên xwe yên cinayetkar.

Li dewama vê daxûyanîyê pêgirî li ser vîya hatîye kirin ku hemî hêzên têkoşerê ên Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ku li opêrasyona vê dawîyê ya dijî komên dijî inqilabê pişkdar bibûn, sip û silamet erka xwe didomînin û hatîye ragihand ku berevanên ewlehîyê yên Îranê, bêyî guhdayîna ser haykûfa mêdyayî û rewanî ya dijminan, bi şopandina deqîq û giştalî ya liv û tevgerên komên dijî inqilabê ji bo bersivdayîna teqil li hemberî wan amade ne û hewil didin.

Başa dön tuşu