İslami Davet Kurdi Bange İslami

Sipasiya cîgirê serokê Heşda Şebî ya Iraqê ji Îranê ji ber azadkirina Mûsilê

Cîgirê serokê Heşda Şebî ya Iraqê ji piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê û Hizbullaha Lubnanê li şerê li hember DAIŞê sipasî kir.

 Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê El-MInarê, Ebûmehdî El-Muhendis, cîgirê serokê Heşda Şebî ya Iraqê li cejna azadkirina Mûsilê ku Heşda Şebî ew li darxist got: Li operasyona azadkirina Mûsilê, me 400 gund, 14 avahî û deverên din me azad kirin. Her wiha beşeke giring ji sînorên Iraq û Sûriyê me bidest xistin û me riyên  DAIŞ`ê bo Telefer û sînoran girêdan.

Ji hemî kesên ku piştgirî dan me bi taybet Îran û HIzbullaha Lubnanê ku şêwirkarî û perwede dan me spasiyê dikin.

Wî li dewamê tevî sipasiya ji merceîyeta bilind a olî, seyd Elî Sîstanî ku sebebkarê sereke yê azadkirina  Mûsilê ye got : Seyd Elî Sîstanî selimand ku tenê merceyê şîeyan nîne belkî merceyê hemî gelê Iraqê ye.

Wî her wiha ji gelê fîdakar ê Iraq û artêşa Heşda Şebî û hêzên din spasî kir û ev serketian  li şehîd û malbatên wan pîroz kir.

El-Muhendis di dawiyê de jî got: Heşda Şebî  dê hema weke istûba sereke ya berxwedan û fîdakariyê bîmîne û dê li hember gendeliya aborî û îdarî jî bisekine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version