Sipasiya Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê ji beşdariya berfireh a gelê Îranê li hilbijartinê
Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê beşdariya berfireh û bicoş a gelê Îranê ser sindûqên dengdayînê, giring da zanîn.
Ayetullah Muhemed Elî Muhwehidiyê Kirmanî li xutbeyên vê heftiyê yên nimêja îniyê ya Têhranê bal kişand ser lidarxistina hilbijartinên serokkomariyê û konseyên Îslamî yên gund û bajrêran û got: “Gelê Îranê ser sindûqên dengan, beşdariyeke azad û bi ewlehiyeke tam hene ku ev mijara pir giring e“.
Pêşnimêjê berwext ê Têhranê destnîşan kir: “Ewlehî û azadiya tam a Îranê li halekî ye ku piraniya welatên cîhanê di bêewlehiyê de ne û ew jî ji azadiya ku li Îranê heye, ecêbgirtî mane û li hêviya hebûna ewlehiyek mîna ya li Îranê ne“.
Muhwehidiyê Kirmanî destnîşan kir:
“Aramî, ewlehî û azadiya Îranê li saya yekitî, îman û morala inqilabî ya gelê Îranê hatiye dest“.
Wî her wiha ser xurtkirina hêza eskerî û berevaniyê ya Komara Îslamî tekez kir û got: “Hêzên çekdar, roleke giring li îqtidara Îarnê hene.
Ayetullah Muwehidiyê Kirmanî her wiha serketinên Heşa Şebî û artêşa Iraq û Sûriyê li hember grûpên terorîstî li gel û dewleta van welatan pîroz kir.
Pêşnimêjê demkî yê Têhranê li dawiyê bal kişand ser Menfûrbûna serokkomarê Amerîkayê li nav û dervey vî welatî û got: “Siyasetên dewleta Amerîkayê jibo piştiriya ji grûpên terorîstî yên navça Rojhilata Navînê û Rejîma Siyonîstî bûye sedema rezîlî û zîleta Waşngtonê li cîhanê“ (BANGÊ ÎSLÂMİ)