NûçeRojhilatanavinSûriye

Rexneya NY ji kiryarên hevalbendiya amerîkî li Sûriyê

Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), roja çarşemiyê, ji ber kuştina sivîlan di encama êrişên hevalbendiya navneteweyî ya amerîkî ser bajarê Reqaya Sûriyê de, rexne kir.

Li gorî rapora Reuters`ê, lêkolînerên cinayetên cengî yên NY ragihandin êrişa hewayî ya hevalbendiya amerîkî bo ser pêgehên koma terorîst a DAIŞ`ê li bajarê Reqaya li bakûra Sûriyê, bû sedema viya ku hejmareka zav a sivîlan werin kuştin.

Çavkaniyên nûçeyan, çend rojan beriya niha ragihandin hevalbendiya amerîkî bi zêde ji 25 êrişên hewayî ser dorhêla rojavayî ya bajarê Reqayê, bi dehan kesên sivîl kuştine.

Herwiha hin rapor jî nîşan didin ku hevalbendiya amerîkî li hin êrişên xwe ser Reqayê, bombeyên fosfora sipî bi kar anîye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu