CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Şirketên leşkerî yên Amerîkayê ji Iraqê derdikevin

Şirketên peymankar (contractor) ên leşkerî yên Amerîkayê amade dibin ku bi hegera gefên ewlehîyê yên pêkan terka baregeha hewayî ya Beldê bidin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Sputnikê, Peymankarên leşkerî yên şirketên Lakhid Martinê û Sleport Globalê ku li baregeha hewayî ya Beledê li bakura Iraqê kar dikirin, wê di 2 qonaxan de ji Iraqê derkevin.

Çendekê berî niha çend rokêt li nav baregeha Beledê ketin ku di encamê de agir berbû pişkeke wê lê, kesek nehat kuştinê yan birîndar nebû. Duşema buhurî jî 3 rokêt li baregeha Al Tacî li bakura rojavaya Bexdayê ketin, cihê ku hêzên amerîkî li wir in.

Çarşema buhurî jî rokêteke cura Katyoşyayê li 100 mêtrîya şirketa niftê ya ExxonMobilê li başrê Besrê li başûra Iraqê ket.

Başa dön tuşu