IraqNûçeRojhilatanavin

Pêwîstiya beşdariya hemû hêzên iraqî li operasyona azadiya Mûsilê

Serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Iraqê, li ser pêwîstiya beşfsriya hemû hêzan li operasyona azadiya Mûsilê pêgîrî kir.

Li gorî rapora Firat News`ê, Emar Hekîm, serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Iraqê, roja îniyê li hevdîtina tev Nofil Hemadî, waliyê Mûsilê, li ser pêwîstiya beşdariya hemû hêzan ji artêş, polîs, hêzên ewlehiyê û hêzên gelanî li şerrê azadkirina Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê sekinî.

Emar Hekîm, destnîşan kir, şerrê Mûsilê, operasyoneka neteweyî ye û divê hemû têde beşdar bibin. Di vê hevdîtinê de her du alî rewşa ewlehî, siyasî û şerrê Mûsilê û rewşa awareyan hilkolandin.

Di eynî demê de, Elî El Husênî, berdevkê Heşda Şebî, ragihand ku operasyona azadkirina navçeya El Şerqatê li parêzgeha Selahedînê, wê piştî cejna pîroz a Qurbanê, dest pê bibe.

Berdevkê Heşda Şebî, destnîşan kir, bi dû êrişên hewayî yên giran ên balafirên cengî yên Iraqê ser pêgehên DAIŞ`ê li El Şerqatê, terorîst ji çend rojan beriya niha va revîna ji vê navçeyê, dest pê kirine.

El Husênî, destnîşan kir hêzên ser bi sîstima sekinîna li hember gendeliyê, hêzên Heşda Şebî û hereiha hêzên artêşê, ji 5 rojan beriya niha va li navçeyên derdora navçeya El Şerqatê bi cih bûne.

Navçeya El Şerqatê, pêgeha herî dawîn a terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Selahedînê ye û ji midehekê beriya niha va, hêzên iraqî, amadetiya xwe ya ji bo destpêkirina operasyona azadkirina vê navçeyê, ragihandine û li benda fermana Heyder Ebadî, qumandê giştî yê hêzên çekdar in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu