MisrNûçeRojhilatanavin

Sîsî bang li artêşa Misirê kir: ‘Amade bin’

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî bang li hêzên artêşa Misirê kir ku “ji bo parastina ewlehiya netewî ya Misirê” amade bin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Berdevkê serokatiya Misirê “Besam Radî” bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku serokkomarê Misirê Ebdulfeta El-Sîsî roja Çarşemê bi fermandarê duyemîn ê artêşa û serokê Desteya Endezê ya hêzên çekdar û serokê Desteya Kar û barên malî  ya hêzên çekdar re, civiyaye.

Sîsî di civînê de hêzên çekdar muxateb girt û got: “Ji bo şer û pêkanîna erkên xwe ji bo parastina ewlehiya netewî ya Misirê li gel rageşiyên heyî amade bin.”

Serokê Misirê pesna “karîna mezin a hêzên artêşa Misirê” ji tevahiya aliyan ve, şax û pergalên çekdariyê da.

Ev ne cara yekê ye Sîsî behsa xurtbûna Artêşa Misirê dike. Di çend mehên borî de jî Sîsîzêdetirî carekê îşaret bi hêza artêşa Misirê kiribû.

Başa dön tuşu