MisrNûçeRojhilatanavin

Sîsî: Hemahengî di navbera Misir û Îsraîlê de heye

Serokkomarê Misirê mûkir li xwe hat ku hemahengî di navbera Misir û Îsraîlê de heye.

Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî di hevpeyvînekî li gel kanala CBS a Amerîkî de behsa peyvendiyên Qahîrê û Tel Avîvê kir.

Heman kanala televîzyonê piştî hevpeyvînê ragehand, balyozxaneya Misrê ya li Washingtonê daxwaz li wan kirine ku hevpeyvînê ne weşînên, lê wan guh nedane wê daxwazê û roja yekşemê dê hevpeyvînê biweşînin.

Li gor CBS Sîsî ragehandiye ku: ‘’Hemahengiya me li gel Îsraîlê heye û me rê daye bo balefirên şer ên Îsraîlê rêxistina terorîst a DAIŞê li nîv girawa Sîna a Misirê bombebaran bikin.’’

Başa dön tuşu