AborîCîhanÎranNûçePakîstanRojhilatanavin

Seyyid Îmam Elî Xameneyî: Peywendîyên Îran û Pakistanê berovajî hemdê dijminan divê zêdetir bên xurtkirinê

Rêberê giranqedir ê cihana Islamî, peywendîya gelên Îran û Pakistanê peywendîyeke ji dil û kûr zanî û pêgirî kir: Peywendîyên Îran û Pakistanê berovajî hemdê dijminan divê zêdetir bên xurtkirinê.

Rêberê giranqedir Seyyid Îmam Elî Xameneyî îro danê êvarê di hevdîtina digel Serokwezîrê Pakistanê Imranxan û desteya digel wî de, meseleyên ewlehîyê li sînorên her du welatan girîng zanîn û got: Komên têrorîst ku alozkerên rewşa sînoran in bi dirav û çekên dijminan kar dikin û yek ji armancên pêngavên dijî ewlehîyê li sînorên Îran û Pakistanê, alozkirina peywendîyên her du welatan e.

Rêberê giranqedir Seyyid Îmam Elî Xameneyî amajeyî koka dîrokî ya peywendîyên her du miletên Îran û Pakistanê kir û got: Asta herîjorîn a rûmet û mezinatîya nîvparzemîna Hindê di dewrana hikimdarîya misilman li wir bûye û derbeya herîmezin a ku koledarên ingilîsî li vê herêma girîng xistin, jinavbirina şaristanîyeta berbiçav a islamî li vê navçê bû.

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xameneyî herwiha ji ber alîkarîyên vê dawîyê yên delweta Pakistanê bo mexdûrên lêvîya Îranê sipasîya dewleta wî welatî kir û destpêkirina seredana Imranxan a Îranê ji Meşhedê û zîyaretkirina mezargeha imam Riza (S) nîşaneyeke baş zanî û hêvî kir ku bi kerema wî îmamî, ev seredana jibo her du welatan kêrhatî û avaker be.

Serokwezîrê Pakistanê Imranxan jî di vê hevdîtinê da bi gotina vê yekê ku hin kes naxwazin peywendîyên Têhran û Islamabadê nêzîkî hev bin, dîyar kir: Em hewil didin ku peywendîyên her du welatan ji berê qahîmtir bibin û em ê bi dewleta Komara Islamî ya Îranê re di peywendîyeke berdewam de bin.

Serokwezîrê Pakistanê herwiha talankirina herîmezin a serveta Hindê ya di serdema bicihbûna ingilîsîyan li wî welatî da zanî û got: Ingilîsîyan hemî serveta Hindê talan kirin, pergala perwerdehîya wê ji nav birin û Hind wekî musteimireya Cewahirnîşan bi nav kirin.

Başa dön tuşu