ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li bara vîya ku mijara bernama mûşekî ya rewa ya Îranê bibe hecetek jibo lîstikên sîyasî yên Amerîkayê, hişyarî da

Mihemedcewad Zerîf îro li civîna rojnamevanîyê ya hevpar a ligel Jan Mark Ayro wezîrê karên derve yê Fransayê li bajarê Têhranê, bi pêkutîya li ser rewabûna bernama berevanî û mûşekî ya Îranê got: Çawan ku hemî alîyên rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ragihandin, mijara mûşekî ya Îranê beşek ji vê rêketinamê nine.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Li biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê gotinek li bara mijara mûşekên Balêstîk heye ku Komara Islamî ya Îranê dema pejirandina vê biryarnamê helwesta xwe bi zelalî ragihand.

Zerîf pêgîrî kir: Li vê biryarnamê behsa wan mûşekên Balêstîk hatîye kirinê ku bikaribin kumikên navokî hilgirin lê, Têhranê hema wê demê ragihand ku tu yek ji mûşekên Îranê jibo vê karayîyê nehatine çêkirinê û tenê mûşekên asayî yên warê xweparastina rewa ne.

Zerîf, mijara bernamên berevbanîyê yên Îranê derveyî biryarnama 2231`yê ya Konseya Ewlehîyê zanî û got: Komara Islamî ya Îranê meseleya parastina xwe bi îzna welatên din va girê nade.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Mixabin hin alîyên rêketinama navokî nemaze Amerîka bi qasê ku Îran sozdarê rêektinama navokî bûye, ser sozên xwe nebûne.

Zerîf herwiha got: Îranê karîye heta asteke zêde rêketinama navokî tevî bêsozî û astengîderxistinên Amerîkayê cih bîne lê, kiryarên Amerîkayê astengîya ser rêya cihanîna tam a rêektinama navokî ne.

Di vî halî da kanala Al-Alamê ji zarê hin çavkanîyan li Ûrsêtê ragihand ku ceribandinên mûşekî yên Îranê ne li dijî biryarnama Konseya Ewlehîyê ya NY ne.

Konseya Ewlehîyê ya NY biryar e ku li gorî daxwaza Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst civîneke awarte li bara ceribandina mûşekî ya Îranê lidar bixe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu