NûçeRojhilatanavinSûriye

Koma Berxwedana Gelanî ya Reqayê li dijî dagirkeriya Amerîkayê li Sûriyê hat damezirandin

Koma çekdar a nû bi navê Koma Berxwedana Gelanî ya Reqayê ((المقاومة الشعبیة فی الرقة)) ji bo berxwedana li hemberî dagirkeriya Amerîkayê li vî bajarê bakurî yê Sûriyê hatiye damezirandin.

Malpera kanala têlêvîziyoniya Russia Today a Erebî roja Pênccşemiyê li raporekê nivîsî: Torên civakî û mêdyayên navxweyî li Sûriyê ragihandin ku Koma Berxwedana Gelanî ya Reqayê bi daxûyaniyekê soz daye ku li hemberî hêzên amerîkî berevaniya bajarê Reqayê bike û dê li hemberî wan û tevahiya hevpeymanên wan bisekine.

Ev koma ku ji rûniştiyên Reqayê pêk hatiye ji gelê Sûriyê dixwaze ku ji bo berxwedana li hemberî Amerîkaya dagirker tevlî refên wan bibin û bi bikaranîna hemî û amûran û berxwedanê li hemberî her cûre plana parçekirina Sûriyê lin ber xwe bidin.

Koma Berxwedana Gelanî ya Reqayê ji gelê bajarê Reqayê xwest ku bikevin grevê  û derkevin nav kolanan û hevkariya hêzên ku bûne hevpeymanê Amerîkayê, nekin.

Li vî halî ajansa nûçeyan a Sputnika Rûsiyê roja Pêncşemiyê ji zarê rayedarekî Konseya Ewlehiyê ya vî welatî ragihnd ku Amerîkayê nêzikî 20 baregehên leşkerî li Sûriyê li deverên bin kontrola kurdan ava kirine.

Reuters’ê jî ji zarê Alîkarê sikritirê Kosneya Ewlehiyê ya Rûsiyê, Elêksandir Vendîktof, ragihand: Waşîngton dê çekên herî pêşketî bide ber destê kurdên li Sûriyê.

Rîk Frankona (Rick Francona) serhengê malnişînbûyî  û berpirsê berê yê leşkerî yê Amerîkayê li Rûsiyê bal kişandes er hebûna Amerîkayê li Sûriyê heta dema jinavçûna DAIŞê li Sûriyê û got: Amerîka bêyî hebûna tu stratijiya demdirêj hewil dide ku li Sûriyê bimîne.

Başa dön tuşu