NûçeRojhilatanavinYemen

Pêgîriya artêşa Yemenê ser cihanîna agirbesê

Li gorî Ragihandina kanala Al-Alamê ku wê jî ev nûçeya ji televîziyona El Mesîre wergirtiye, berdevkê artêşa Yemenê general Şeref Luqman bal kişand ser despêbûna agirbesê di navbera hêzên gelanî yên Ensarullaha Yemenê û kirêgirtî û desdirêjkarên leşkerî yên siûdî ji vê sibehê ve û ragihand ku artêş û hêzên Yemenê xwe sozdar û wezîfedar dizanin ku vê agirbesê cih bînin.

Berdevkê artêşa Yemenê desnîşan kir: heke êrişkar û desdirêjkarên siûdî agirbesê îxlal bikin em ê bertekeke tund li hemberî v ê yekl nîşan bidin.

Çend saetan piştî vê agirbesê balafirên siûdî bi firîna ser bajarê Teizê li başûra Yemenê agirbes îxlal kirin.

Wezareta parastinê ya Yemenê jî ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Siûdî û hêzên serokkomarê revyayî û îstîfakirî yê Yemenê Ebdrebe Mensûr Hadî ji bo ku xwe bigihînin bilindahî û çiyayên stratejîk yên bakûra Teizê agirbesê îxlal dikin.

Eva zêde ji salekê ye ku Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistana Siûdî û piştgiriya Amerîkayê li dij tevgera gelanî ya Yemenê pêk hatiye ji bo ku cardin serokkomarê revyayî û îstîfakirî yê Yemenê Ebdrebe Mensûr Hadî vegerînin ser hikûmetê, lêbelê di encama êrişên vê hevpeymaniyê heya niha hezaran kes ji xelkê sivîl yê Yemenê ku jin, zarok û pîr û kal jî di nav wan de ne jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî aware û çend milyon kes jî aware û koçber bûne.

Ji aliyê din ve, di encama van êrişan zêde ji sedî 80 binavahiyên Yemenê û teşkîlatên xizmetkarî û dermanî yên wê ji nav çûne û îmha bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu