ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Siûdîyên xulamê Amerîka êrişê gelê Yemenê kirin

Kirêgirtiyên Siûdî di dewama binpêkirina agirbesê li Hudeydeyê navçeyên cûrbicûr ên vî bajarî dan ber êrîşên xwe yên topxaneyî.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê El Mesîryê, çavkaniyên yemenî ragihandin: Hevdem digel êrîşên topxaneya kirêgirtiyên Siûdî li ser Hudeydeyê, firokeyên şêrr ên destdirêjekran jî li ser taxa “Kîlo 16” a vî bajarî dest bi firrînê kirin.

Ev li halekî ye ku Yehya Serî’ berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê roja Duşemiyê ragihand ku kirêgirtiyên siûdî di 48 saetên bihurî da 306 caran agirbesa li Yemenê binpê kirin.

Li gorî lihevkirina Stokholma Swêdê di navbera aliyên yemenî da di roja 6ê Kanûna 2018an, agirbes ji roja 18ê Kanûna 2018an va li bajarê Hudeydeyê cih hat lê Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî her rojê agirbesê binpê dike.

Li vî halî, firokeyên şêrr ên destdirêjkerên siûdî navçeya Xerazê li parêzgeha Seideyê li bakurê Yemenê dane ber bombeyan.

Ji aliyê din va, Ji ebr qewimîna li bajarê Teêzê li başûrê Yemenê, jinek hat kuştin û 20 kes birîndar bûn.

Başa dön tuşu