IraqNûçeRojhilatanavin

38 endamên tekfîrî yên DAIŞ`ê li perava aliyê çepê ya Mûsilê hatin kuştin

Hêzên iraqî 38 terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê li perava aliyê çepê ya Mûsilê ku dil hebûn berhem û şûnewarên vê deverê ji nav biben, kuştin.

Operasiyona li dij terorîstan a hêzên iraqî li bajarê Mûsilê berdewam dike ku di encama vê operasiyonê hêzên iraqî karîn 38 terorîstên DAIŞ`ê li perava aliyê çepê ya Mûsilê bikujin ku di nav wan terorîstan de gelek welatiyên biyanî jî dikevin ber çavan.

Hêzên iraqî ji bo cara yekem karîn li operasiyona azadkirina Mûsilê xwe bigihînin peravê  Dicleyê û li şer û pevçûna di navbera hêzên iraqî û nîşanbazên DAIŞ`ê û hokarên wê ên întiharî li devera dîrokî ya El-Tele li rojhilata Mûsilê, hêzên iraqî karîn  ev êrişa terorîstan bê encam kirin û gelek terorîst jî kuştin. Li vê navberê de balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dij DAIŞ`ê jî pênc bargehên terorîstên DAIŞ`ê li başûrê rojavayê Kerkûkê bombebaran kirin.

Serfermandariya Operasiyona `Neynewa em ber bi te tên` ragihand hêzên iraqî yên li dij terorîzmê karîne pira çaran a ser Dicleyê li peravê rojhilatê xistin bin kontrola xwe û karîn tax û deverên nû yên wek taxên El-Firaq, El-Mezare û taxa El-Refaqê li bakûra rojhiklata Mûsilê û devera Yarmece li başûrê rojhilatê Mûsilê azad bikin.

Li vî halî de şerê hêzên iraqî li dij DAIŞ`ê li devera Dumîzê berdewam dike.

Berdevklê wezareta Parastinê ya Iraqê jî ragihand ku balafirên vî welatî bargeh û pêgehên DAIŞ`ê li parêzgeha Enbarê bombebaran kirin ku di encamê de depoyeke muhimat û sîlahên vê grûpa terorîstî û kargeheke bombebarkirina makîneyan ya vê grûpê bûn hedef û bitûm ji nav çûn. Herwiha gelek ji terorîstên DAIŞ`ê li bajarê Rawe ya rojavayê Enbarê jî di encama êrişa hêzên iraqî de  hatin kuştin .

Konseya Ewlekariyê ya Herêma Kurdistana Iraqê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên pêşmerge di encama operasiyoneke taybet de li bajarê Hewîce parêzgeha Kerkûkê fermandarê ofîsa tendirustiyê ya DAIŞ`ê Îslam Taha Muhemed El-Ubeydî ku pêra Dr. Muawiye digotin kuştin.

Hêzên Heşdî Şebî jî hewldana terorîstên DAIŞ`ê ji bo kontrola devera Edaye li rojavayê Mûsilê bê encam kirin û 10 terorîst jî kuştin.

Li gor nûçeke din grûpa terorîst a DAIŞ`ê zankoyên dixtoriya didanan, tor û edebê û zanistên perwerdehiyê yên zanîngeha Mûsilê pê bombeyan teqandin û agir berdan wan.

Başa dön tuşu