Di encama êrişên balafirên cengê yên hevalbendîya amerîkî ser parêzgeha Reqê ya Sûrîyê da, careka din sivîl bûn gorî.
Li gorî rapora malpera El-Ehd`ê, balafirên cengê yên hevalbendîya navnetewî ya li dijî DAIŞ`ê bi serkirdetîya Amerîkayê gundê Salihîyê li bakûra Reqê dan ber bombeyan ku di encamê da 9 sivîlên sûrî bûn gorî.
Li gorî rapora mêdyayên ereb, 6 kes ji gorîyên hanê endamên malbatekê ne.
Eva li halekî ye ku berî vîya jî gellek kes bûne gorîyê êrişên balafirên cengê yên hevalbendîya bi serkirdetîya Amerîkayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)