ÎranNûçeRojhilatanavin

Siyaseta mafê mirovan ya Îranê hevkariya ji bo pêşvexistina mafê mirovan e

Alîkarê navneteweyî ya Erkana Mafê Mirovan ya Teşkîlata Dadweriya Îranê got: Siyaseta mafê mirovan ya Îranê hertim hevkariya ji bo pêşvexistina mafê mirovan bûye.

Alîkarê navneteweyî ya Erkana Mafê Mirovan ya Teşkîlata Dadweriya Îranê Kazim Xerîbabadî îro li Civîna 34an a Konseya Mafê Mirovan ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Cenevê de bi ravekirina destkevtên Îranê li warê mafê mirovan li asta navxweyî û navneteweyî û got: Îran xwediyê demokrasiya herî mezin lii navçê ye ku çavkaniya wê ola mezin a Îslamê, dîrok û çanda civakê ye ku li ser eqlaniyeta Îslamiyetê hatiye avakirin.

Xerîbabadî herwiha got: Li siyaseta Îranê ya Mafê Mirovan hurmet li pircuriya çandî û olên Xwedê teala tê girtin û xebat tê kirin ku kêşe û gêreya navbera çandan pêk neyê û Îran xwe ji standardên ducurî li bara mafê mirovan dûr dike û li vê çarçovê de nakeve bin bandora siyasetê.

Alîkarê navneteweyî ya Erkana Mafê Mirovan ya Teşkîlata Dadweriya Îranê herwiha bijartina raportereke taybet ya mafê mirovan ji Îranê re ji aliyê Konseya Mafê Mirovan ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kar û bijartineke siyasî da zanînê û got: Ev bijartina tam li ber prensîpa hevkariya ji bo pêşvexistina mafê mirovan  û piştgiriya ji wê cih digire.

Xerîbabadî herwiha rapora raportera taybet ya mafê mirovan ji Îranê re Asima Cîhangîr li bara rewşa mafê mirovan li Îranê rexne kir û got ku ev rapora li gor dew û dozên nerast amade bûye û têde deskevtên Îranê li bara mafê mirovan nehatiye berçavgirtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu