NûçeRojhilatanavin

Siyaseta Tirkiyê rizgarbûna ji qeyranê bi alîkariya Îranê ye

Siyaseta Tirkiyê rizgarbûna ji qeyranên hundirî û derveyî bi alîkariya Îranê ye.

Li gor rapora rojnama Îran çapa Têhranê, Sefera Dawûdoglu serokwezîr Tirkiyê bo Îranê nîşan da ku li rewşa niha ya navçê û cîhanê Tirkiye dixebite peywendiyên xwe tev Îranê baştir bike.

Li rapora rojnama Îran`ê hatiye, Piştî cihanîna rêketinama navokiya Îranê ligel Koma 5+1`ê, Îran wekî welatekî girîng û bitesîr li navçê û cîhanê carek din hate nasandinê û cîhan bi vê rastiyê hesiya ku bona çareserkirina kirîzên navçê û cîhanê û li xebata dijî terorîzmê bi hetm Komara Islamî ya Îranê dikare roleke girîng hebe û eva bi vê wateyê ye ku Îranê carek din ew qudreta xwe ya mezin li navçê peyda kir.

Li vê raporê hatiye ku li rewşa niha ya abûrî li navçê bazara Tirkiyê mecalekî baş bona ticareta Îranê ye û ji aliyê din ve Tirkiye dikare bibe pireke baş bona sermayedanîna rojava li nav Îranê û bona şandina nift û gaza Îranê bo rojava.

Vê rojnamê nivîsî, Bernama sefera Hesen Rohanî serokkomarê Îranê bo Tirkiyê li pêşerojê pişkek ji vê dîplomasiya Îranê ye bona ewlehkirina navçê û dabînkirina xêr û qazanca netewî ya her du welatan li çarçêva berfirekirina hevkariyên navbera Têhran û Enqerê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu