ÎranNûçeRojhilatanavin

Siyasetên Îranê li civîna banka geşatiya îslamî hatin ravekirin

Wezîrê karên malî û heyitiyên Komara Islamî ya Îranê bernamên aborî yên Îranê li civîna banka geşatiya islamî li Cakartaya paytexta Endonizyayê rave kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara islamî nasyar bi IRNA`yê, wezîrê karên aborî û heyitiya Îranê îro çarşemiyê, 18`ê Gulana 2016`an, li çil û yekemîn civîna salê ya banka geşatiya islamî li Cakartaya paytexta Endoniziyê tevî ravekirina siyasetên dewleta Îranê bi taybet gotûbêjên navokî da got: Piştî cihanîna lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar gelek serketin di warê siyasî û aborî da hasil bûne.

Teyibniya bi gotina viya ku kêmbûna kêşeya tev hinek ji welaatan û asayîkirina peywedniyan di rojeva siyaseta Îranê da ye, got: Di rewşa niha da Îranê diakre rewşa daûstandin û hevkariya navneteweyî û navçeyî baştir bike û zemîneyên baş sa berfriehkirina hevkariyên aborî tev welatên endamê Saziya hevkariya Islamî û welatên din ên navçeyê dabîn bike.

Wezîrê karên aborî û heyitiy Îranê destnîşan kir: Geşatiya abora Îranê wê bi hetim û yeqîn bandorên xwe yên erênî yên aborî û ewlehiyê ji bo sermayedaner, bazirgan, dewlet û piraniya welatên cînar hebe.

Teyibniya bi gotina viya ku Îranê kariye bi kontrolkirina înflasiyonê (awesan), aramiyê vegerîne bazara erzê, got: Îran di warê derfirotina berhemên ne-niftî pêşketineke berbiçav bi dest xistiye û destkeftên cûrbicûr ên aborî jî di heyama du salên pêş bi dest xistine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu