ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Siyasetên şaş û neberaqil ên Amerîkayê hokara qeyrana navçê li salên vê dûmahîkê ne

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê şemiyê şev li hemberî gotinên bi xerez û bê xîm û binyat ên Jozêf Votêl qumandê erkantiya navendî ya artêşa Amerîkayê dijî Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir; Hemû agirvpêxistin û şer û gêre û kêşeyên navçê ji ber reftarên şaş û siyasetên destwerdanê yên berpirsên amerîkî li navçê çê bûye, şaşitiyên ku ji ber zêdexwazî, nasnekirina rewşa isteratijîk a navçê ji aliyê karbidestên amerîkî û piştevaniyên hertimî ji Rejîma Siyonîstî çavkanî girtiye.

Qasimî destnîşan kir; Dîroka peywendî û hizûra Amerîkayê li vê navçeya xwedan dîrok û çanda dewlemend bi başî nîşan dide ku hertim Amerîkayê pê reftarên neberaqil û hevrê digel niyetên nebaş ên xwe bûye sebeb ku têrorîzm û zêdegavî li navçê zêdetir bibin bi curekê ku grûpên terorîst ên wekî Al-Qaidê, DAIŞ û Cibhetul-Nusre ku pişkên biçûkên van cure siyasetanin dest bi cinayetan bikin bi curekê ku serokkomarê Amerîkayê bi xwe jî li propagandayên xwe yên hilbijartinî bi caran ji van cure siyasetên dewletên berê yên Amerîkayê rexne kiriye.

Qasimî bal kişande ser siyasetên Amerîkayê li dijberiya tev xelkê Kendava Farsê û bi taybet xelkê misilman ê Îranê li dehekên bihurî û got: Amerîka wekî bifroşê sereke yê çek û sîlahên eskerî yên gellek pêşketî bo welatekî taybet li navçê roleke girîng li vêxistina agirê şêr li nav welatên rojavaya asiyayê heye û pişkek ji van siyasetên şaş roja îro bibaşî têne dîtin.

General Jozêf Votêl qumandê erkantiya navendî ya artêşa Amerîkayê roja pêncşemê îdia kiribû ku Îran gefa herî mezin li navça Rojhilata Navînê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu