AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê destwerdana Tirkiyê li êrîşên ser vî welatî da ber rexneyan

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fars News`ê, wezîrê karên derve yê Sûriyê, Welîd Muelim tevî şandina nameyekê ji bo sêkrêtêrê giştî yê NY her viha bo serokê Konnseya Ewlehiya NY ji êrîşên têrorîstan li ser navçeyên ewleh li dorhêla Helebê rexne kir.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê li vê nameyê hikûmeta Tirkiyê tawanbar kir ku ev êrîşên çeteyan li ser hevahengî û plandarêjiya vî welatî (Tirkiyê) bûne.

Êrîşên têrorîstan li ser navçeyên ewleh li dorhêla Helebê ji roja îniyê, 3`ê Hezîrana 2016`an` va bûne sebeb ku herîkêm 110 kes ji welatiyên sivîl werin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu