NûçeFilistînRojhilatanavin
Siyonîst bi qeyraneke berfireh a qutbûna elektrîkê re rû bi rû ne

Qutbûna berbelav a vê dawiyê ya elektirîkê ya 120 hezar malbatên siyonîst li navçên dagîrbûyî bûye navenda medyayê.
Tevî vê yekê rayedarên rêveberiya kehrebeyê ya Rejîma Siyonîst hemû îdiayên êrîşên sîberî red kirin û îdia kirin ku sedema vê bûyerê têkçûn û xirabûna yek ji santralên elektrîkê û navendên berhemanîna elektrîkê bûye.
Herzelia, Ranana, Dimona, Askalan, Safed, Miron, Beni Berak, Beir el Sab, Pat Tikova û Rişona Lezion di nav wan niştecihên ku di 48 saetên dawî de rastî qutbûna ceyranê hatin. Ev rewş jî bûye sedem ku rûniştevan behsa îhtîmala êrîşên sîber bikin.