Siyonîst girtina filistîniyan didomînin
Eskerên Rejîma Siyonîst îro bi êrişa ser navçên curbicur ên Kêleka rojava ya çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî, tevî lêgeriya malên xelkê çar welatiyên filistînî girtin.
Her wiha hêza deryayî ya artêşa Rejîma Siyonîst piştî agirgirtina masîgirên filistînî li deryaya Medîteranê, ew nuqim kir.
Navena lêkolîn û tomarkirinê ya El-Horanî ser bi rêxistina `SAF`ê jî li bara şehadeta 19 filistîniyan li encama destdirêjiya siyonîst ser Kêleka rojava ya çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê li meha Tebaxê agahî da ku çar kes ji şehîdan zarok pêk tînin.
Li gorî vê raporê, 17 kes ji wan li encama êrişa artêşa Rejîma Siyonîstî ser xwenîşanderên Mafê Vegerê û her wiha êrişên hewayî û topxaneyî ser navçên curbicur ên Xezeyê şehîd bûn.
Li gorî raghandina navenda Amarê ya Filistînê, her wiha pêşiya radestkirina meytên 28 şehîdên Kêleka rojava ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê digrin.
Rejîma Siyonîstî ji tirsa hindê ku merasima oxirkirina meytê şehîdên filistînî bibe sedema nerazîbûnên berfireh li dijî siyonîstî li Kêleka rojava ya çemê Urdinê û Qudsê, meytên şehîdên hanê nadin.