FilistînNûçeRojhilatanavin

Siyonîst girtina filistîniyan didomînin

Eskerên Rejîma Siyonîst îro bi êrişa ser navçên curbicur ên Kêleka rojava ya çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî, tevî lêgeriya malên xelkê çar welatiyên filistînî girtin.

Her wiha hêza deryayî ya artêşa Rejîma Siyonîst piştî agirgirtina masîgirên  filistînî li deryaya Medîteranê,  ew nuqim kir.

Navena lêkolîn û tomarkirinê ya El-Horanî ser bi rêxistina `SAF`ê jî li bara şehadeta 19 filistîniyan li encama destdirêjiya siyonîst ser Kêleka rojava ya çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê li meha  Tebaxê  agahî da ku  çar kes ji şehîdan zarok pêk tînin.

Li gorî vê raporê, 17  kes ji wan li encama  êrişa artêşa Rejîma Siyonîstî ser xwenîşanderên  Mafê Vegerê û her wiha êrişên  hewayî û topxaneyî ser navçên  curbicur ên Xezeyê şehîd bûn.

Li gorî raghandina  navenda Amarê ya Filistînê, her wiha pêşiya   radestkirina  meytên  28 şehîdên  Kêleka rojava ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê digrin.

Rejîma Siyonîstî ji tirsa hindê ku merasima  oxirkirina meytê şehîdên filistînî bibe  sedema  nerazîbûnên  berfireh li dijî siyonîstî li Kêleka rojava ya çemê Urdinê û Qudsê, meytên şehîdên hanê nadin.

Başa dön tuşu