IraqNûçeRojhilatanavin

Siyonîst li bara piştgiriya ji parvekirina Iraqê li xwe mukir hatin

Wezîrê cengê yê berê yê Rejîma Siyonîstî ser piştgiriya vê rejîmê û Emerîkayê ji komploya cidakirina Herêma Kurdistanê ji Iraqê jibo parvekirina vî welatî tekez kir.

 Tevî dijberiyên  navxweyî, navçeyî û navneteweyî, Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji kurdên vî welatî xwest ku li 25 Îlona 2017`an  dengê xwe bidine  cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê.

Li gorî rapora Fars Newsê, Gîdon Sear, wezîrê cengê yê berê û ji rayedarên  pilebilind  ên partiya serdest a Lîkod, a Rejîma Siyonîstî roja yekşemiyê jibo piştgiriya ji parvekirina Iraqê li raporekê li ramangeha lêkolînên ewlehiya neteweyî ser cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê tekez kir.

Sear ku du mehan berî niha tev yek ji mişêwirên  Barzanî hevdîtin pêk anîbû got: Îsraîl dixwaze bi piştgiriya ji cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê, Emerîkayê bi qebûlkirina  dewleta  serbixwe ya kurdan  qayîl bike.

Wezîrê cengê yê berê yê Rejîma Siyonîstî her wiha  bal kişand ser hegerên  zêdebûna  hewldana  Barzanî jibo cidabûna Herêma Kurdistanê li dervey Iraqê ye û li xwe mukir hat: Barzanî bi bawer e,  heya dema ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ye dikare Herêma Kurdistanê ji Iraqê cida bike.

Plana parvekirina  Iraqê ji 2011`an û hevgavê destpêbûna  aloziyê li navçên rojavaya vî welatî û bi pêkhatina  grûpa terorîst ya DAIŞ`ê ket rojevê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu