FilistînNûçeRojhilatanavin

Siyonîst neçar man cinayetên xwe li Xan El-Ehmerê rawestînin

Rejîma Siyonîstî bin zext û zora raya giştî û saziyên navneteweyî û piştî çend rojan berxwedana bê mînak a xelkê gundê Xan El-Ehmerê li rojhilata Qudsa dagirbûyî, neçar man, kavilkirina malên vî gundê flistînînişîn rawestîne.

 Li gorî rapora IRNA`yê, dadgeha bilind a Rejîma Siyonîstî, roja pêncşemiyê hikkmê kavilkirina vê gundî heya 11 Tîrmehê paşde xist.

Li rojên derbasbûyî, eskerên artêşa Rejîma  Siyonîstî ji bo kavilkirina malên filistîniyan êriş kirin ser  gundê Xan El-Ehmerê û dest bi serkutkirina xelkê wê kirin ku li encama wê bi dehan filistînî û çalakên biyanî yên  piştgirê wan birîndar  bûn an hatin desteserkirin.

Dadgeha bilind a Rejîma Siyonîstî, meha gulana buhurî fermana  kavilrina  gundê Xan El-Eherê ku 190 filsitînî têde jiyan dikin, da ku ev biryara  ne tenê rastî nerazîbûnên  berfireh ên filistîniyan hat, belkî bû sedema rexneya  tund a  derûdorên  ewrûpayî û navneteweyî û gelek welat û saziyan xwestin ku bila   Rejîma  Siyonîstî vê hikmê venihêrin û kavilkirina  vî gundî rawestînin.

Xelkê gundê Xan El-Ehmerê ji van çolnişînên El-Neqbê bûn ku sala 1953`an  ji vê çolê hatin derxistin û neçar man li vê navçê niştecî bibin.

Başa dön tuşu