ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Dêhqan: Sîlahên tevkujî qet tu cî û mewqiyek di siyaseta Îranê tune

Wezîrê berevanî û piştevaniya ji hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir: Sîlahên tevkujîyê qet tu cî û mewqiyek di siyaseta Îranê tune.

Li gorî rapora IRIB News`ê,  serdar Hisên Dêhqan wezîrê berevanî û piştevaniya ji hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê li bara helahelaya welatên rojavayî li bara mûşekên Balistîk ên Îranê bi mehneya birina komikên navokî got: Welatên rojavayî li hemberî her karayiyekî berevaniya Îranê radiwestin û bertekê nîşan didin.

Wezîrê berevanî û piştevaniya ji hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir: Nîzama Îranê qayde û qirarên îlahî dişopîne û Ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilabê wekî merceyê teqlîd ragihandiye ku li dînê îslamê qet sîlahên tevkujiyê cî û mewqiyekî xwe tunînin.

Serdar Dêhqan li bara kirrîn û firotina çekan ji aliyê Îranê jî got: Îranê heta niha qet pişta xwe bi kirrîna çek û sîlahan girê nedaye û hemû hewcetiyên xwe yên çek û sîlahî bi xwe dabîn kiriye.

Wî herwisa ragihand ku Îran tev Amerîka û Îsrayîlê tu danûstandinekê nake lê her welatekî din ku bixwaze bi Îranê ra danûstandinên çek û sîlahî bike, Îran hevkariyê dike.

Wezîrê berevanî û piştevaniya ji hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir: Li babetên elektironîk û pêşeyên peywendîdar bi vê teknolojiyê Îranê teknolojiya xwe heta firotiye welatên ewrûpî jî. (BANGE ISLAMİ)

Başa dön tuşu