IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞa li Mûsilê bêhêz dibe, ji derve şervanan tîne

Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê Mîralay Jeff Davis diyar kir ku DAIŞ li Mûsilê her roj ku diçe hêza xwe wenda dike û ji bo parastina hêza rêxistinê ji derveyî Mûsilê milîtanan tînin.

Davis got “DAIŞ ji bo parastina hêza xwe ya li bajêr ji derveyî Mûsilê anîna milîtanan berdewam dike.” Davis diyar kir ku ev kesên ku bêçek ji aliyê DAIŞê ve tên biçek kirin û bi hinek peywirên diyar beşadarî şer dibin.

Jeff Davis êrîşên DAIŞê yên li derdora Kerkûkê wek “xapandin” û “guherîna hedefê” binav kir û got “DAIŞ dixwaze bi vê riyê bala li ser xwe ya hêzên di operasyona Mûsilê de belav bike.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu