CîhanEwropaNûçe

Peqînekê li dayingehekê 8 kuştî li dûv xwe hêlan

Ji encama peqînekê li Çînê 8 kes hatin kuştin û 65  jî brîndar bûn û heya niha hêzên emnahiyê tu bergûmanek binçav nekire.
Ajansa nûçeyên Şînxwa ya Çînî belav kir, ew peqîn hemberî dergehê Dayingehekê li bajarê Şoço li herêma Ciyangso rûdaye û polîs bi karekê tawankarî wesf diken û tu berguman nehatîne desteser kirin.
Xoya jî kirîy, bi egera wê peqînê, 8 kes hatin kuştin û 65 jî brîndar bûne, rewşa 8 brîndaran jî xrabe.
Ajansê dupat kir ku di nav qurbanyên wê peqînê de tu jin û zarok nebûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu