CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Sûdanê piştî 28 salan serokwezîr hat diyarkirin

Hat ragihandin ku serokomarê Sûdanê Omer El-Beşir cîgirê xwe Bekri Hesen Salih wekî serokwezîr tayîn kir.

Cîgirê serokkomarê Sûdanê û cîgirê serokê giştî yê Partiya Kongreya Neteweyî ku Beşir serokatiya wê dike Îbrahîm Mahmûd di civîna xwe ya çapamenî de got: “Piştî civîna berpirsên bilind ên partiyê biryar hat dayîn ku Bekri Hesen Salih wek serokwezîr were tayînkirin. Salih di heman demê de wê wezîfeya xwe ya cîgiriya serokkomariyê jî bidomîne.”

Îbrahîm Mahmûd di berdewamiya axaftina xwe de got: “Serokkomar Beşir biryarnameya derbarê tayînkirina Salih de wê sibê îmze bike. Salih wê bi terefên siyasî ku tevlî pêvajoya diyaloga neteweyî bûne xebatên avakirina hikûmetê bimeşîne.”

Omer El-Beşir di sala 1989`an de dema hatibû ser rêvebiriyê pergala serokwezîrtiyê betal kiribû û derbasî pergala serokatiyê bûbû. Herwiha parlamentoya Sûdanê di berfenbara sala borî de Destûra Bingehîn ku guherandina serokatiyê jî di nav de pejirandibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu