IraqNûçeRojhilatanavin

Êrişa bi rokêtan a Heşdi Şeibî ser çeperên DAIŞ`ê li axa Sûrîyê

Yekîneya mûşekî ya hêzên Heşdi Şeibî şeva buhurî çeperên DAIŞ`ê li axa Sûrîyê dan ber rokêtan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, Yekîneya mûşekî ya hêzên Heşdi Şeibî çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li gundê Deşîşê li sînorên Iraq û Sûrîyê dan ber rokêtan.

Hêzên Heşdi Şeibî duh herwiha çend çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li çîyayên Hemrînê kirin armanc ku di encamê de odeya pizişkîyê ya wan hat têkbirinê.

Berî vîya Ebû Mehdî Muhendis yek ji fermandeyên pilebilind ên Heşdi Şeibî bal kişande ser vîyaq ku ev hêzana li rex hêzên din çekdar ên Iraqê li hemberî gefên ewlehîyê disekinin û pêgirî kir: Niha berpirsîya dabînkirina ewelhîyê ya pişkên girîng ên sînorên Sûrîye û Iraqê li ustîyê hêzên Heşdi Şeibîyê ye.

Başa dön tuşu