ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Piştgiriya ji terorîsmê di çarçoveya armancên Rejîma Siyonîst de ye

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, piştgiriya hin welatên navçê ji terorîstan, di çarçoveya armancên Rejîma Siyonîst da zanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Larîcanî, îro (sêşem) li hevdîtina bi Nûrî Malikî, alîkarê yekemîn ê serokkomarê Iraqê re li Têhranê, rola hin welatên navçê bona pêkanîna qeyrana li navçê bi pişgiriya terorîstan, rexne kir.

Larîcanî, hevgirtin û wifaqa neteweyî ya di navbera komên siyasî yên li Iraqê sirra serketina vî welatî li hember terorîsmê da zanîn û herwiha got, xurtkirina hevgirtin û wifaqa neteweyî û ji holêrakirina nakokiyên di navbera hêzên siyasî yên li Iraqê dikare bibe sedema çareseriya pirsgirêkên xelkê Iraqê li hember dijminên vî welatî.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, herwiha kêfxweşiya xwe ji ber pêvajoya ber bi pêşketinê ya peywendiyên di navbera Îran û Iraqê de diyar kir û got, zirûfên guncav ên siyasî û aborî, jibo berfirehkirina peywendiyên di navbera du welatan de hene.

Alîkarê yekemîn ê serokkomarê Iraqê jî qedrê helwêstên isûlî yên Komara Îslamiya Îranê li mijarên navçê û bi taybet helwêstên wê yên li hember Iraqê û Sûriyê girt û got, siyasetên Îranê, hertim di çarçoveya piştgiriya ji berxwedanê û şerrê rastîn ê dijî terorîsmê bûye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu