NûçeRojhilatanavinSûriye

Şopandin, mihakimekirin û lêgerîn û şopandina hiqûqî ji erkên Konseya Ewlehîyê ne, ne yên Qeterê.

Nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY, wekî berteka li hemberî pejirandina biryarnama şopandina cinayetên cengê li Sûrîyê li Civata Giştî ya NY, bibîr xist: Biryarnamên bi vî rengî tenê ser xêra têrorîstên li Sûrîyê bûne û nîşan didin ku ferq di navbera sîyasetê û meydanê heye.

Li gorî rapora kanala nûçan Al-Alamê, Bişar Ceiferî bi gotina vîya ku xercên biryarnamên bi vî rengî ji alîyê sazîyên bîyanî û welatên piştgirê têrorîsmê ji wan Qeterê va tên dabînkirinê, ragihand: Sîyasetên çewt ên hin dewletan li Sûrîyê bûn sebeb ku têrorîsm bipeke dilê bajarên Ewropayê û hin paytextan.

Nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY herwiha got: Pêşnîyara Qeter ê û Lîxtin Ştaynê neqanûnî û binpêkirina aşkira ya rêza heftem a madeya duyem a menşûra NY ye.

Bişar Ceiferî herwiha got: Şopandin, mihakimekirin û lêgerîn û şopandina hiqûqî ji erkên Konseya Ewlehîyê ne, ne yên Qeterê.

Li pêşnîyara Qeter û Lîxtin Ştaynê hatibû xwestin ku rêbazeke çavdêrîyê û tîmek jibo hilkolandina belgeyên cinayetên cengê li Sûrîyê 45 rojan piştî pejirandina vê pêşnîyarê pêk bê.

Bi dû dewama serketinên artêşa Sûrîyê li hemberî têrorîstan, nemaze serketina vê dawîyê ya azadkirina Helebê, piştgirên komên têrorîst ji wan Qeter, Amerîka û Fransa van rojana li NY gellekî hewl didin ku bi armanca piştgirîya ji têrorîstên işkestxwarî li Sûrîyê biryarnamên li dijî vî welatî bipejirînin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu