CîhanEwropaNûçe

Şopên jiyanê yên herî kevn li Kanadayê hat dîtin

Hat ragihandin ku li cihanê şopa herî kevn a jiyanê li eyaleta Quebec a Kanadayê di lekolîneke zanistî de derket holê.

Heyeteke zanistî ya navneteweyî li Quebeca Bakur li latên Nuvvuagittuq Greenstone Beltê ku wekî ‘pêkhateyên hesin ê bi bandî’ tê nasîn lêkolîneke zanistî dimeşandin û li wir li ser cewhereke hesin bakteriyê ku fosîl girtibû yên 3.8 milyar sal berê hate dîtin.

Yek ê di ekîbê de ku ji Beşa Zanistên Ekolojîk û Erd yê Zanîngeha Ottawayê Doç. Dr. Jonathan O’Neill derbarê mijare de ragihand ku fosîlên ku me li latên Nuvvuagittuq Greenstone Beltê dîtin şopa herî kevn a cihanê li ser wan e.

Doç. Dr. Jonathan O’Neill di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di lekolînên me de derket holê ku ev bakteriyên li ser fosîl hatin dîtin di navbera 3.8 û 4.3 milyar salî ne. Tiştê eseh ev e temenê van bakteriyan 3.8 milyar sal e.Heke bi vî halê xwe jî bimînê li gorî yê tê zanîn em 100 milyon salî bi paşvetir diçin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu