ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Ceferî: “Komployên siyonîstî, siûdî û amerîkî têk çûne“

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, serdar serleşker Mihemed Elî Ceferî roja Pêncşemiyê li civîneka zanistî li Têhranê her wiha got: “Jinavçûn û têkçûna hikûmeta sist û lawaz a koma têrorîst a DAIŞ`ê û komplo û pîlanên dijminên Komara Îslamî,mm encama hewildanbên derveyî yên Înqilaba Îslamî ya Îranê ye“.

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê got: “Berxwedana Îslamî li navçe û cîhanê li halê berfirehbûnê ye û serketinên vê bereyê bi awayekî berdewam û ecêb didomin“.

Serleşker Ceferî got: “Serketinên li dû hev û têkçûna tevahiya bername û pîlanên dijminên Înqilaba Îslamî li hemî welatên Rojhilata Navînê tên dîtin û li pêşerojeka nêzik em dê li Yemenê jî serketinê bibînin“.

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser vê yekê ku roja îro Îranê gefên ewlehiyê li pey xwe hêştine û got: “Roja îro mijara bnerevanî û ewlehiyê seratir ji sînorên Îranê çûye û li derveyî sînorên Komara Îslamî ya Îranê pêk tê“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu