CîhanEwropaNûçe

Li balyozxana Rûsya 389 kg kokaîn hat girtin

Di balyozxaneya Rûsyayê ya Arjantînê 389 kîlo kokaîn hat girtin. Li ser bûyerê 6 kes hatin girtin.

Wezareta karê Asayîşê ya Arjantînê ragihand ku li balyozxana Rûsyayê ya Arjantînê 389 kîlo kokaîn ketiye dest. Li ser bûyerê 6 kes hatin girtin û di nava kesên ku hatine girtin de polîsekî û xebatkarekî sefaretê yê kevin heye. Li yekî jî digerin ku endamê çeteya ku wê kokaînê bişanda Rûsyayê.

Rêvebir dibêjin ku li ser gumana çenteyekî ku li balyozxanê bû, xeberê dan asayîşê û mijar derket holê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu