EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana ji bo azadiya rêberê tevgera Îslamî ya Nîcêrê li Ebûcayê

Xelkê Nîcêrê cardinê bi lidarxistina xwenîşandana bi aşitî li Ebûcayê, paytexta vî welatî, daxwaza azadkirina rêberê tevegra Îslamî ya Nîcêrê kirin.

 Li gorî rapora roja îniyê ya Press TV`yê, xwenîşanderan li kolanên  bajarê Ebûcayê, hin slogan ji bo  piştgiriya ji şêx Îbrahîm  Zekzakî rêberê tevgera Îslamî ya vî welatî û hejmarek ji peyriwên  wî ku ketine hewsê, avêtin.

Xwenîşanderan li paytexta Nîcêrê cinayetên  li dijî şêx Îbrahîm Zekzakî, malbata wî û hogirên wî protesto kirin û ser pîwstiya azadiya rêberê  tevgera Îslamî ya vî welatî sekinîn.

Şêx Îbrahîm Zekzakî û hevjîna wî li encama êrişa 13 kanûna 2015` an ya eskerên Nîcêrê ser huseniyeyekê li bajarê Zaryayê li eyaleta Kadonayê li bakurê vî welatî hatin desteserkirin.

Dadgeha bilind a  Nîcêrê hikmê azadiya  şêx Zekzakî û hevjîna wî daye lê artêş û dewleta vî welatî tevî nexweşbûn û lawaziya fîzîka wî,  vê hikmê cih naynin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu