ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Serokê erkantiya hêzên Mensûr Hadîyê xayînwelat li rojhilata Yemenê birîndar bû

Serokerkan û hejmareka fermandarên serokomarê reviyayî yê Yemenê, ji ber teqîna mayînê li rojhilata vî welatî birîndar bûn.

Li gorî rapora IRNA`yê, rayedarekî leşkerî yê Yemenê ji kanala El Meyadînê ra got: “Teqîna mayînê di roja Îniyê da li şaristana Xub û Şeiefê li parêzgeha Cufê li rojhilata Yemenê di dema derbasbûna erebeya hilgirê Tahir El Eqîlî serokê erkantiya hêzên Ebde Rebbeh Mensûr Hadî serokomarê revyayî yê Yemenê qewimî.

Serokê erkantiya hêzên serokomarê destjikarkişandî yê Yemenê li vê teqînê bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê bo Erebistanê hat veguhestin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu