NûçeRojhilatanavinSûriye

80 kes bûn gorîyê êrişa bi rokêtan a têrorîstan ser Helebê

Di encama êrişa bi rokêtan a têrorîstan ser bajarê Helebê li Sûrîyê da, 80 welatîyên sûrî hatin kuştinê û birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a El-Meyadînê, di encama êrişa têrorîstan a bi rokêtan ser taxên curbicur ên bajarê Helebê da, 20 welatîyên sûrî hatin kuştinê û herîkêm 60 jî birîndar bûn.

Komên têrorîst deverên xelknişîn ên Helebê bi giranî dan ber rokêtan ku bilî kuştina 20 kesî, tê gotin ne 60 kes belkî 80 kes birîndar bûne û rewşa hinek birîndaran xedera e, loma diqewime hejmara gorîyan jorda here.

Hêjayî gotinê ye bajarê Helebê ku yek ji bajarên stratejîk ên Sûrîyê tê hesêb, zêde ji 2 heftîyan e a ku ji alîyê hêzên artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wî va tam hatîye dorpêçkirinê û azadkirina tam a vî şarî dikare pişta têrorîstên çekdar ên sûrî bişkêne.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu