ÎranNûçeRojhilatanavin

Mukurhatina NY li bara alîkariyên kêm ên civaka cîhanî bo penaberên li Îranê

Nunerê komîsaryayê pilebilind ê NY li karûbarên penaberan got ku alîkariyên civaka cîhanî jibo penbarên li Îranê pêka xercên wan pir kêm in.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Sîwanka Dana Pala nunerê komîsaryaya bilind  a NY li karûbarên  penaberan li Têhranê sêşemiyê şevê li hevdîtina tev Resûl Zergerpûr waliyê Isfehanê got: Îranê par 52 milyon dular xercê alîkariya bo penaberan kir li halekî ku civaka cîhanî tenê 8 milyon dolar wekî alîkarî daye Îranê bo mesrefkirina jibo penaberan.

Sîwanka Dana Pala fêrkirina pirofişinal û perwerdekirina  penaber û koçberên  biyanî li Îranê bêmînak da zanîn û destnîşan kir: Cihanîna karûbarên hîndekariyê, tendrustiyê, dayîna sîgorta tendrustiyê û xizmetên hîndekariya teknîkî û profeşnal xizmetên herîgiring  bo penaberan in.

Dana Pala herwiha bal kişand ser pevçûnên navçê û qeyrana Sûriyê û got ku rewşa Sûriyê û derbasbûna  koçber û penaberan  nav welatên ewrûpî bala civaka cîhanî kişandiye ser mesela penaberan.

Sîwanka Dana Pala nunerê komîsaryaya bilind  a NY li karûbarên  penaberan li Têhranê roja sêşemiyê bi taximeke pêkhatî ji balyozên Awistralya, Hindistan, Japonya, Swed, Tirkiye, Brîtanya û Efxansitanê re jibo hiljkolandina  rewşa penaberên  welatiyê Efxansitan û Iraqê berê xwe daye Isfehanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu