ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Rakirina pêngavan li çarçova aboriya berxwedanê hewcedarê hewldana giştalî û bi hevrayî ye

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got : cihhatina diruşma ` `Aboriya Berxwedanê, Rakirina Pêngavan û Xebat` wek diruşma sala nû hewcedarê hewldana hemî gelê Îranê ye.

Li gorî rapora Mêhr Newsê, serokê meclîsa şêwra Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî şemiyê bi şev nav koma gelê bajarê Amolê, bakurê Îranê sala nû pîroz kir û ji druşma `Aboriya Berxwedanê, Rakirina Pêngavan û Xebat` pêşewazî kir û tekez kir : Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îranê û avedankirina wê divê aborî û berhemanîn geşatiya wê hebe û cihanîna wê hewcedarê hewldana giştî ye .

Larîcanî bal kişand ser tekezkirinên rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî ser pêwîstiya cihhatina aboriya berxwedanê û destnîşan kir: Heya niha hin hewldan bona destpêkirina berhemanîna navxweyî hatine kirine ku divê cih werin .

Serokê meclisa şîwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser pirsgirêkên pêkhatî ji ber boykotan li pêvajoya geşatiya aboriya Îranê û got : Li hember rakirina boykotan hin pirsgirêk hene, lê esla mesela navokî bi pêvajoya qanûnî hatiye çareesr kirin û aboriya Îranê ber bi pêş de diçe . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu