ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Mûsewî: Rêjîma Sîyonîst nikare emrê xwe yê şûm bidomîne

Fermandeyê gişt Artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Komara Islamî ya Îranê karî li hemberî hêzên şeytanî ku dixwestin Bereya Berxwedanê têk bibin, ser ket.

Serleşker Evdirehîm Mûsewî li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a Tesnîmê têkildarî rola Rahîyanê Nûr (karwanên ku seredana deverên şerê Îran û Iraqê li wan qewimîye dikin) li jordabirina hêza Îranê ya pêşîlêgirtinê got: Dijminên Îranê û di serê wan de Amerîkaya cinayetkar û rêjîma nerewa ya Sîyonîst vê yekê fem dikin ku heke gelê Îranê pêbendî armanc, fêrkarî û têgehên Inqilaba Islamî bin, ne Amerîka dikare ser desthilatê bimîne û ne Rêjîma Sîyonîst dikare temenê xwe yê nehs bidomîne.

Fermandeyê gişt Artêşa Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Îran dikare bi hêz û ezmûnên serdema berevanîya pîroz û pêşwazîya gel ji karwanên Rahîyanê Nûr, Amerîkayê tepeser bike. Emrê Rêjîma Sîyonîst jî di kêmtir ji 25 salan de yê bi dawî were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu