IraqNûçeRojhilatanavin

Partiyeke Iraqê daxwaza dersînorkirina Balyozê Tirkiyê kir

Koma bi navê Cebhet’ul Islahê, ji bo dersînorkirina Balyozê Tirkiyê li Bexdayê pêşnûme pêşkêşî Parlamena Iraqê kiriye.

Komê herwiha daxwaz kiriye ku Balyozê Iraqê li Enqereyê jî bi şûn ve were. Komê ‘Destwerdana Tirkiyê di nava karê hundir ê Iraqê, hebûna leşkerî tirk li ser xaka Iraqê, dirêjkirina dema tezkereya operasyonên li nav xaka Iraqê ya Parlamena Tirkiyê’ weke hinceta pêşnûmeyê nîşan daye. Koma Cebhet’ul Islah, bi nêzîkbûna Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî tê naskirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu