CîhanNûçeRojhilatanavin

Urdin li ser piyanê

Yekîtiyên Karkeriyê yên Urdinê tevî hebûna hewildanên paşayê vî welatî ji bo xevakirina elavên agirê hêrsa gel, hem awisa itiraz û nerazîtiyên xwe li hemberî pêşnivîsa Qanûna bac û xeraca li ser derhatê didomînin.

Li gorî rapora Reutersê, Piştî wê ku paşayê Urdinê serokwezîr guhert û gel han da ku derbarê Pêşnumaya Qanûna bac û  xeraca li ser derhatê gotûbêj bikin, hin yekîtiyan dawî li gireva xwe anîn, lê hejmareka zêde ya dûkan û dermanxaneyan hema wisa girtî ne û kedkarên nexweşxaneyan jî siyaseta nerazîbûnê girtine ber xwe.

Tevî destkişandina ji kar a Hanî Mulqî û erka Omer Rezazê wezîrê perwerdehiyê li dewleta berê ji bo damezirandina dewleta nû ya Urdinê, nerazîtiya urdiniyan hema wisa didome.

Li pey biryara dewleta berê ya Urdinê ji bo pesendkirna Pêşnumaya Qanûna bac û xeraca li ser derhatê û zêdekirna bihayê ardûyê, bajarên cûrbicûr ên Urdinê ji çarşemiya heftiya pêş, 30, Gulana 2018an, va bûne meydana xwenîşandana gel.

Nerazî dibêjin ku ji bo guhertina siyasetan derketine nav kolanan ne ku ji bo guhertina siyasetvanan. Ewna daxwaza rêformên rasteqîn ên aborî û destkişandina dewletê ji bêrîka welatiyan û devberdana ji zêdekirina bihayê kelûpelan dikin.

Li vî halî li pey nearamî û aloziyên li Urdinê, Mehmûd Ebdulrehîm Ferîhat, Serokê erkantiya hevpar a artêşa Urdinê digel femandarên artêşê di rêzên cûrbicûr da hevdîtin û gotûbêj kiriye.

Başa dön tuşu