IraqNûçeRojhilatanavin

Bicihkirina rext, sîleh û alavên berfire yên cengê li derûdora Mûsilê bona destpêbûna qonaxa duyem a operasiyona azadkirina vî şarî

Qumandê operasiyona Nêynewayê ragihand ku bona destpêbûna qunaxa dudyan a operasiyona azadiya tam Mûsilê ji destê terorîstan, gelek çek û sîlahên zav li derûdora vî bajarî gihêştine destê hêzên eskerî yên Iraqê.

Li gor rapora IRIB News`ê, Necm El-Cebûrî qumandê operasiyona Nêynewayê îro îniyê ragihand; Wezareta berevanî û wezareta karên hundir yê Iraqê bona azadiya tam a bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê, gelek amêr û çek û sîlahên pêşketî gihandine destê hêzên artêşa Iraqê li derûdora Mûsilê û tîmên pispor yên pûçkirina bombeyan li nav kolan û malan jî gihêştine bereyên şêr.

Necm El-Cebûrî destnîşan kir ku navê vê qunaxa operasiyona azadiya Mûsilê Şoke û hemû pêwîstiyên eskerî bona destpêbûna operasiyona dijî terorîstan li derûdora Mûsilê amade ne.

Necm El-Cebûrî herwisa ragihand ku Amerîka û Iraq li bara piştevaniya hêza hewayî ya artêşa Amerîka ji artêşa Iraqê li qunaxa dudyan a êrişa ser terorîstan li derûdora Mûsilê bi hevra rêketine.

Ji aliyê dinve firokên şerî yên artêşa Iraqê duh pêncşemê 4 milyon daxûyanî li navçên bin destê terorîstên DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê belav kirin.

Li van daxûyaniyan ser piştevaniya hemû xelkê Iraqê ji xelkê Mûsilê destnîşan bûye.

Gor nûçeyekî din ji Iraqê Polîsê Iraqê li derûdora Mûsilê êrişî ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê kirin û 43 terorîst kuştin.

Ji aliyê dinve serleşker Raêd Şakêr  Cewdet qumandê polîsê fedêral a Iraqê ragihand; Hêzên polîsê Iraqê yên bin destê wî bi palpiştiya hêzên ewlehiya Iraqê ku alîkarî danîne ber destê wan karîn li Wadî Hucrê li bakûra pêgeha eskerî ya El-Qernanî li bşûra Mûsilê, 28 terorîstên ku ji welatiyên curbicur yên asiyayî bûn bikujin û herwisa 30 erebên terorîstan jî şewitandin.

Ji aliyê dinve li şer û pevçûna di navbera terorîstên DAIŞ`ê û hêzên eskerî yên Iraqê 24 terorîst hatine kuştin.

Ji aliyê dinve li teqîna terorîstî ya duh pêncşemê li rojhilata Mûsilê 15 kesên sivîl hatine kuştin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu