CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Endamê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya Meclis Şêwra Îslamî ya Îranê her cure dewama boykotên nû yên Emerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê li dijî rêketinnama navokî da zanîn

Hişmetullah Felahetpîşe li gotûbêja tev Tesnîm Newsê diyar kir: Li gorî madên 15 alî, xala 41 an a beşa 7an a qanûna rêketinnam anavokî her cure  boykota nû ji aliyê welatên endamê grûpa 5+1  li dijî siyasetên giştî yên rêketinnama navokî ye.

Rêketinnama navokî ji Çilla par ve cih hatiye û welatên rojava  bi taybet Emerîka soz û qirarên xwe cih neanîne û li vê çarçêvê meclis anuneran a Amerîkayê vê dawiyê plana  domandina  qanûna boykotên  deh salî li dijî Îranê pejirand.

Felahetpîe her wiha bal kişand ser axiftinên  vê dawiyê yên Donald Trump serokkomarê bijartî yê Emerîkayê ku derbasbûna  vî welatî nav şerê  li hember Sûriyê karesat da zanîn û diyar kir: Trump ser vê bawerê ye ku şerê li hember Sûriyê pevçûnên navçê gurtir dike û eva ser qazanca tu aliyekê nîne.

Felahetpîşe destnîşan kir: Emerîka neçar e ku rewşa Îranê qebûl bike ji ber ku  ev welata  niha lawaztir ji Emerîkaya  sala 2001an  û dema  êrişa ser Iraqê bûye û eva li halekê ye ku  Îran pir  ji ber bihêztir bûye û eva muadileyek e ku emerîkî li bara wê li xwe mukir hatine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu