NûçeRojhilatanavinYemen

Agirbes li Hudeydeya Yemenê despê bû

Agirbesa ku komên yemenî li Swêdê li ser wê li hev kiribûn ji îro saet 00:01 ser wextê Yemenê li bendera Hudeydeyê ya rojavaya Yemenê despê kir.

Li gor nûçeya IRNAyê, Nûnerê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Yemenê Martin Griffiths îro serê sibeyê diyar kir ku îro saet 00:01 ser wextê Yemenê agirbes li bendera Hudeydeyê ya rojavaya vî welatî despê kir û li vê çarçovê de Komîteya Hevahengiyê ya NY ji bo cihanîna vê agirbesê karê xwe da despêkirin.

Di vê navberê de serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê pêşewaziya agirbesê li Hudeydê kir.

Eva di rewşekê de ye ku balafirên cengê yên Siûdî çend saetan berî despêbûna agirbesê sê caran devera El-Zuha li parêzgeha Hudeydeyê bombebaran kirin.

Komên yemenî roja pêncşemê 13 Kanûnê li Swêdê li rûniştina xwe ya çaremîn li ser damezirandina agirbesê li bendera Hudeydê ku riya sereke ya gihandina alîkariyên mirovdostane bo yemeniyan e, li hev kirin. Heya niha çend caran rûniştin ji bo kutakirina şêr li Yemenê hatiye lidarxistin ku her car ji ber astengiyên Erebistanê negihêştiye encamê.

Başa dön tuşu