ÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Emîrevdillahiyan îstifadeya grûpên terorîstî ji gazên kîmyawî sedema çêbûna fukaran da zanîn

نیگەرانی ئەمیر عەبدوڵڵاهیان لە بەکارهاتنی گازی کیمیایی لە سوریا
Alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li karûbarên welatên Erebî û Efrîqî Husên Emîrevdillahiyan li hevdîtina alîkara Sek. giştî yê Rêxistina Netewên Yekbûyî li Tehranê de got: Li rewşa ku dewleta Sûriyê derheq jiçekkirina Kîmyawî wezîfeya ser milê xwe cih aniye, heyf û mixabin grûpên terorîstî bê ti tirsekê gazên jehrawîn û kîmyawî li vî welatî de bikar tînin û civata cîhanî li vî warî de gaveke bi tesîr û kêrhatî navêje.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li karûbarên welatên Erebî û Efrîqî herwiha rejîma siyonîstî li navçê de tallukeye sereke da zanîn ji ber ku tenê rejîm e ku li Rojhilata Navîn de xwediyê sîlahên navokî ye û li dewamê de got: Îran wek goriyê sereke yê sîlahên kîmyawî li gorî bawerên xwe yên olî îstifadeya ji sîlahên tevkujiyê çi kîmyawî bibin çi jî atomî qebûl nake û vê yekê li her derekî cîjhanê şermezar dike.
حسێن ئەمیر عەبدوڵڵاهیان ، جێگری وەزیری دەرەوەی ئێران بۆ کاروباری وڵاتانی عەڕەبی و ئەفریقی ڕۆژی چوارشەممە لە دیداری یاریدەدەری سکرتێری گشتی نەتەوە یەکگرتوەکان لە تاران وتی: لە حاڵێک دا دەوڵەتی سوریا لەمەڕ پرسی داماڵینی چەکی کیمیایی لەو وڵاتە بەرپرسانە جووڵایەوە، بە داخەوە گروپە تیرۆریستییەکان لەو وڵاتە گازی ژاراوی و کیمیایی دە کار دێنن و کۆمەڵگای جیهانیش لەمبارە دا کارێکی ئەوتۆی نەکردوە.

ئەمیر عەبدوڵڵاهیان ڕژێمی زایۆنی بە هۆی هەبوونی جبەخانەی ئەتۆمی و کیمیایی بە هەڕەشەی سەرەکی ناوچەکە زانی و وتی: ئێران وەکو گەورەترین قوربانی چەکە کیمیاییەکان و بە گوێرەی بیروباوەڕە ئایینییەکانی خۆی هەر چەشنە کەڵک وەرگتن و دەکارهێنانی چەکە کۆمەڵکوژەکان و چەکە کیمیاییەکان شەرمەزار دەکا و بە حەرامی دەزانێ.
(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu