ÎranNûçeRojhilatanavin

ÎRAN: Dİ DEMEK KURT DE GEŞTÊN ASMANÎ Dİ NAVBERA ORMİYE Û HEWLÊRÊ DE DEST PÊ DİKİN

Wezareta Derve ya Îranê ragihand, dê di demek kurt de geştên asmanî yên di navbera bajarê Ormiyê yê Rojhilatê û Hewlêrê de dest pê bikin.

Nûnerê Wezareta Derve ya Îranê li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Ehmed Muntezemî ji malpera Farsnews ya Îranê re gotiye, geştên asmanî dê di navbera Ormiye û Hewlêrê de bên danîn.

Muntezemî daye zanîn ku ew geşt dê herî dereng Newroza sala 2018 dest pê bikin û gotiye, danîna geştên asmanî di navbera Hewlêr û Ormiyê de bo wê yekê ye ku sektora tûrîzmê ya Îranê geş bibe her wiha daxwaza hinek welatiyên ku dixwazin ji ber xirabiya rê, bi balefire sefer bikin, bicîh tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu