NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi hezaran kes ji gelê Sûrîyê li Şamê bi nîşana piştgirîya ji dewletê û Bereya Berxwedanê li meydana navendî ya vî şarî kom bûn

Bi hezaran kes ji gelê Sûrîyê li Şamê bi nîşana piştgirîya ji dewletê û Bereya Berxwedanê li meydana navendî ya vî şarî kom bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, pişkdarên vê kombûnê bi bilindkirina alaya Sûrîyê, tevî piştgirîya ji dewleta qanûnî ya Bişar Esed û artêşa welatê xwe, êrişa mûşekî ya Amerîka, Ingilîs û Fransayê ser Sûrîyê şermezar kirin û xwestin ku ev destdirêjîya ji hêla berpirsên sûrî va bê şopandin.

Gelê Sûrîyê qedrê artêşê û hêzên Bereya Berxwedana Islamî ku li vî welatî li hemberî têrorîsmê têdikoşin girt û ji civatên navnetewî xwest ku li hemberî van destdirêjîyana bêdeng nebe.

Amerîka, Ingilîs û Fransayê berbanga roja şemîyê êrişî Sûrîyê kirin.Li gorî rapora hin çavkanîyan, balafirgeha Meze ya Şamê, navenda lêkolînan li Berzê li Şamê, Cemraya û Mesyafê bûne armanca êrişên mûşekî. Artêşa Sûrîyê jî bi yekîneyên xweparastina hewayî li hemberî êrişên hewayî yên Amerîka, Ingilîs û Fransayê sekinîn.

Başa dön tuşu