ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Siûdî Amerîka şeva çûyî disa agirbesa Hudeydeya Yemenê binpê kir

Hevpeymaniya Dagîrker a Siûdî dîsa şeva çûyî agirbesa Hudeydeya Yemenê binpê kir û cardin balafirên cengê yên vê hevpeymaniyê êrişî ser balafirgeh û zankoya pizişkî ya El-Hudeydê kirin.

Li gor nûçeya IRIB Newsê ya ji zarê ajansa El-Mesîreya Yemenê, balafirên cengê yên Hevpeymaniya Dagîrker a Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî bêyî berçavgirtina agirbesê li bendera Hudeydê ya rojavaya Yemenê, cardin êrişî ser balafirgeh û zankoya pizişkî ya El-Hudeydê kirin.

Hîn ti lêzanînek li bara kuştî û birîndarên vê êrişê û xisarên ji ber wê neketine dest.

Hêzên Hevpeymaniya Dagîrker a Erebî herwiha bi çekên nîvgiran bajarokê El-Şebab li Şarie 90 gullebaran kirin.

Balafirên hevpeymaniya hanê şeva derbasbûyî devera Medafinê jî  li bajarê El Zahir ya parêzgeha Sedeyê bombebaran kirin.

Ev êrişên Hevpeymaniya Siûdî ser Hudeydê li rewşekê berdewm dikin ku hezaran yemenî roja înê bi lidarxistina xwenîşandanê li vî bajarî xwestin bila Hevpeymaniya Siûdî agirbesê binpê neke.

Çaremîn  dewra muzakirên aşitiya Yemenê ji 6 kanûnê bi beşdariya aliyên yemenî bi serokatiya  Martîn Grîfîts nûnerê taybet ê sekreterê  giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî  li karûbarên  Yemenê li Ustukholma Swedê destpê bû û roja pêncşemiyê 13 Kanûnê bi hevhatina li bara  agirbesê li Hudeydê li rojava Yemenê  karê xwe bi dawî anî.

Hevpeymaniya Siûdê heya niha bi caran agirbesa hanê binpê kiriye.

Bender El-Hudeydê riya herî sereke ya şandina  alîkariyên mirovhzeiyê  bo Yemenê ye.

Başa dön tuşu